Mesrûr Barzanî rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Kay Granger gotûbêj dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel endama Encûmena nûnerên Amerîka Kay Granger civiya û di beramber ew piştevaniya bihêz ku ji hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re kiriye, sipasyiya wê kir.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, li ser Twittera xwe nivîsiye: "Di dema serdana me de ji bo Capitol Hill, di beramber ew piştevaniya bihêz ya ku ji hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê re kir, me sipasiya endama Encûmena nûnerên Amerîka Kay Granger kir".
Heriha Mesrûr Barzanî nivîsî ye, "Di civîna me de li gel Kay Granger, ku hevdem seroka komîta berevaniyê ye di Kongirêsê Amerîkî de, me rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêj kir.
Ev bûn çend roj, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serdaneke fermî li Washingtona paytexta Amerîka ye û heya niha çendîn dîdar û civînên giring li gel berpirsên pile bilind ên Amerîka encam daye.
N.O
During today's visit to Capitol Hill, I thanked @RepKayGranger for her strong support to the Kurdistan Region and Peshmerga forces. We also discussed the current situation in Kurdistan and Iraq. pic.twitter.com/NqPEZVpm90
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 28, 2018