Rûsya: Amerîka nêzîkî 20 bingehên serbazî li navçeyên YPGê çêkiriye

Alexander Vinidiktov: Girûpên çekdar azadane li pêşya çavên serbazên Amerîkî li bingeha Tenef diçin û tên û Amerîka tiştekî nake,

K24 - Navenda Nûçeyan

Alîkarê sikirtêrê Encûmena Asayişa Rûsya ji bo karûbarên asayişa navdewletî Alexander Vinidiktov ragihand: "Destwerdana derve, astengî li pêşya piroseya aştiyê li Sûryê çêkiriye".

Alîkarê sikirtêrê Encûmena Asayişa Rûsya ji bo karûbarên asayişa navdewletî ji ajansa Sputnik ya Rûsî re got: "Bi sedema destwerdana derveyî astengî li pêşya vegera aramiyê ji bo Sûryê çêbûne, wek nimûneyekê jî, tenê li navçeyên di bin kontrola YPGê de, nêzîkî 20 bingehên serbazî yên Amerîkî hene".

Derbarê "Navçeyên Kêmkirina Şer" û hebûna serbazgeheke Amerîkî li devera Tenef ya başûrê Sûryê Alexander Vinidiktov  got: "Girûpên çekdar azadane li pêşya çavên serbazên Amerîkî diçin û tên û Amerîka tiştekî nake, di demekê de, ew navçana li ber derbasbûna kerwanên alîkariyên Netewên Yekgirtî girtî ye".

Vinidiktov diyar kir, ku Amerîka bêyî haydarkirina Hikûmeta Sûryê ew navçana dagîr kiriye û bi dirîjiya 55 K.M ji Tenef heya sînorên Urdinê kontrol kiriye û kamp li wan deveran vekiriye, niha jî girûpên çekdar li ber çavên hêzên Amerîkî tevdigerin.

N.O