ENKS ji Amerîka re tekeziyê li ser giringiya vegera Pêşmergên Roj dike

Şanda ENKS: Me û aliyê Amerîkî tekezî li ser rawestandina şerê Efrînê û pêbendiya bi çareya siyasî li Sûryê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS), ji wezareta derve ya Amerîka re tekezî li ser giringiya vegera Pêşmergên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Di daxuyanyekê de (ENKS) ragihand, ku şandeke Encûmenê bi endamtiya her yek ji Kamîran Haco û Ibrahîm Biro, li Washingtona paytexta Amerîka li avahiya wezareta derve ya wî welatî, li gel serokê Desteya Rojhilata Navîn Esin Koldrish û serokê Tîma Sûrî di wezareta derve ya Amerîka de Kliford Haynzer û nûnerên Brett Mcgurk di wezareta derve ya Amerîka de civiyan.

Li gorî daxuyaniya ENKS, herdu aliyan tekezî li ser rawestandina şerê Efrînê û pêbendiya bi çareya siyasî li Sûryê kirin.

Derbarê parastina ewlehiya deverên rojhilatî Firatê, aliyê Amerîkî diyar kir, ku ew dixwaze nerîn û helwesta ENKSê li ser wê pirsl nas bike û got: Em dixwazin nûneratiya hemû aliyan li Rojhilatê Firatê hebe.

Ji aliyê xwe ve, şanda ENKS tekezî li ser taybetmendiya netewî ya Rojavayê Kurdistanê kir û di heman demê de jî, tekezî li ser pêwîstiya vegera Hêzên Pêşmergên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê kir û got: Vegerandina jiyana siyasî û aramiyê û vegera Pêşmergên Roj û Kurdên ku penaber bûne, gerentiya serketina pêkanîna îdareya navçeya rojhilatê Firatê ye.

Duh 28 Sibatê şanda ENKSê bi vexwendinekê fermî ji Hikûmeta Amerîka gihişte Washingtonê û biryare ji piştî civînên xwe li gel berpirsên wezareta derve yaw î welatî, ew şand li gel berpirsên Ofîsa Ewlehiya Netewî ya Amerîkî di Koşka Sipî de bicivin.

Herwiha endamê şanda ENKS berî niha ragihandibû, ku piştî bidawîbûna serdana wan ji bo Amerîka, wê şanda wan serdana her yek ji Birîtanya, Fransa û Finlenda jî bike û li gel berpirsên wezaretên derve yên wan welatan bicive.

N.O