Hejmara şehîdên Efrînê gihişt 207 welatiyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmara welatiyên sivîl ku ji destpêka şerê Efrînê şehîd bûn e gihişte 207 welatiyan.
Civata tenduristî ya Kantona Efrînê di kongreyek rojnamevanî de eşkere kir ku, ji destpêka Operasyona ser Efrînê û heta niha 207welatiyên sivîl şehîd ketin e, ku jin û zarok jî di nav wan de hene.
Hevseroka Civata tenduristî ya Kantona Efrînê Encîla Reşo got ku, ji 20ê meha Çile ve 602 welatî brîndar bûn e, ku di nava wan de73 zarok û 82 jin hene.
Reşo amaje bi wê yekê kir ku, tê pêşbînî kirin ku hejmara şehîdan zêde bibe, ji ber ku hejmarek term di jêr xaniyên rûxandî de man e.
C.B