Sala par li Iranê 112 Kurd hatine bidarve kirin

Nêzîkî ji sedî 20, ji wan kesên ku di sala borî de di zîndanên Îranê de hatine bidarve kirin, welatiyên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîkî ji sedî 20, ji wan kesên ku di sala borî de di zîndanên Îranê de hatine bidarve kirin, welatiyên Kurd ên Rojhelata Kurdistanê ne.

Li gorî amara tomarkirî ya navenda Hengaw a mafê mirovan, di sala 2017 an de 112 welatiyên Kurd ên Rojhelata Kurdistanê û navçeyên Kurdan ên bakur û rojhelata Îranê bûn hatine bidarvekirin, ku ev jî, ji sedê 19 ji hejmara wan kesan pêk tê, ku li wî welatî hatine bidarve kirin.

Her di wê demê de, dû kes bi tohmetên siyasî û Olî hatine bidarve kirin, ku ew her dû kes jî Kurd bûn.

Civata mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî ragehandibû , di sala borî de 482 kes di zîndanên Îranê de hatine bidarve kirin.

 

C.B