Karayilan bersiva fermandarê Amerîkî Joseph Votel dide

Endamê Desteya Rêveber ê PKKyê Murat Karayilan tekez dike, Tirkiye bi ooperasyona Efrînê piştgiriya DAÎŞê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêveber ê PKKyê Murat Karayilan tekez dike, Tirkiye bi ooperasyona Efrînê piştgiriya DAÎŞê dike.

Murat Karayilan bersiva Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Joseph Votel da û ragihand, penaseya Amerîkayê ya ji bo operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê kêm e. operasyona Efrînê ne bes serinca li ser şerê DAÎŞê belav dike. Tirkiye bi operasyona xwe bi aşkereyî piştgiriya DAIŞê dike.

Karayilan amaje bi wê yekê kir, heger Tirkiye li Efrînê bicih bibe ji wir dernakeve. Tikriye çawa ku bi salan e li Kibrîsê maye dê bi vî awayî li Efrîn, Bab û Îdlîbê jî bimîne.

Berî du rojan Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka general Joseph Votel ragihandibû, operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê serinca şervanên HSDê ji ser şerê li dijî DAIŞê biriye û hejmarek ji şervanan ber bi Efrînê ve çûn.

Herwiha got, Divê Sûriyê bêdeng nemîne û Rûsya jî rol nede Tirkiyê. Heger Rûsya dixwaze Sûriyayeke demokratîk û aram ava bike, divê rê nede Cebhet El-Nusra û DAIŞ.

 

S. B