Tirkiye li kuştina 41 leşkerên xwe mikur tê

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî ragihand, ji destpêka operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê û heta niha 41 leşkerên wan hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî ragihand, ji destpêka operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê û heta niha 41 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî li Stenbolê axivî û got, li Efrînê heta niha 41 leşkerên Tirkiyê û 116  çekdarên çekdarên opozîsyona Sûriyê canê xwe ji dest dane.

Amaje bi wê jî, Di çarçoveya operasyona Efrînê de heta niha bi qasî rûbera 615 kîlometre çargoşe ji Efrînê hatiye kontrolkirin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike ji 20ê meha Çileya bûrî li ser Efrînê berdewam e, li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ta niha 51 leşkerên Tirkiyê û 248 çekdar hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî Yekîneyên Parastina Gel dide zanîn, wan ta niha zêdetir ji 1300 leşkerên Tirk û çekdarên opozîsyona Sûriyê di çarçova êrîşa li ser Efrînê de kuştine.

 

S. B