NATO girêdayî S-400an bala Tirkiye dikşîne

NATO derbarê, sîstema mûşekên S-400 de hişyarî da Tirkiyê ku, bi sîstema mûşekên wê re na gunc e û xwest beriya kirînê careke din lêkolînan bike

K24 – Navenda Nûçeyan

NATO derbarê, sîstema mûşekên S-400 de hişyarî da Tirkiyê ku, bi sîstema mûşekên wê re na gunc e û xwest beriya kirînê careke din lêkolînan bike.

Rose Gottemoeller, Cîgira Sekreterê Giştî ya NATO li paytexta Yunanistanê Atînayê da xûyakirin ku, endamên NATO tenê dikarin bi sîstemên NATO parastina xwe pêk bîn in. Sîstema mûşekên S-400 bi sîstemên NATO re na gunc e û jiber vê parastineke bi giştî nayê kirin.

Gottemoeller, hîn berê dabû xuyakirin, NATO dixwaze hemû welatên endam ewlekariya xwe bicîh bikin û tu caran nêrîna xwe li ser endaman ferz nake.

 

C.B