Bê cibicîkirina daxwazên Kurd yasaya budceya Iraqê hat pesendkirin

Parlemanterekî Kurd jî dibêje, dema wê yekê ye ku Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe di Iraqê de bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantoya Iraqê projeyasaya budceya Iraqê pesend kir û ti daxwazeke Kurd di yasayê de cibicî nekir. Parlemanterekî Kurd jî dibêje, dema wê yekê ye ku Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe di Iraqê de bide.

Parlemanterê Kurd Mesûd Heyder ji K24ê re ragihand, parlemantoya Iraqê ti daxwazeke Kurdî di yasaya budceya Iraqê de cibicî nekir û niha dema wê yekê ye ku Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe di Iraqê de bide.

Got jî, ji ber ku parlemanto û hikûmeta Iraqê daxwazên Kurd piştguh kirin, fraksiyonên Kurdistanî rûniştina îro ya parlemantoyê baykot kir.

Roja pêncşema derbasbûyî, Perlemana Iraqê bêyî beşdariya Kurdan, pirojeyasaya budceyê xist dengdanê û 12 madde hatin pesendkirin, lê firakisyonên Kurdistanî ew maddeyên bêyî amadebûna wan hatine pesendkirin, red kirin.

Li gor biryara parlemantoya Iraqê, divê Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol bi riya kompanyaya SOMO hinardeyî bazarên cîhanê bike û dahatûya wê jî vegere gencîneya hikûmeta Iraqa federalî.

Budce yek ji kêşeyên serekî yên di nav Hikûmeta Herêmî Kurdistan û Hikumeta Iraqê de ye, bi taybet piştî ku salî 2014an de, bi biryara serokwezîrê Iraqê, ji bo fişarê li Herêma Kurdistanê bike, beşê budce û mûçeyê fermanberan û karmendên Herêma Kurdistanê hat birrîn û heya niha jî ew kêşe çareser nebûye.

 

S. B