36 milîsên Hêzên Şeibî li Efrînê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê çekdarên Hêzên Şeibî yê ser bi artêşa Sûriyê ve li gundê Kefir Cenê ya Efrînê bombebaran kir û li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê çekdarên Hêzên Şeibî yê ser bi artêşa Sûriyê ve li gundê Kefir Cenê ya Efrînê bombebaran kir û li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, Artêşa Tirkiyê çekdarên Hêzên Şeibî yê ser bi artêşa Sûriyê ve li gundê Kefir Cenê ya Efrînê bombebaran kir, piştî bombebaranê jî hejmarek ji ambulansan gihîştin cihê bûyerê. Li gor wî jêderî jî ku hejmarek ji kuştî û birîndaran hene.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de belav kir, di êrîşa artêşa Tirkiyê li ser xala Hêzên Şeibî li Kefir Cenê 36 çekdarên Hêzên Şeibî hatine kuştin.

Piştî mehekê ji êrîşa artêşa Tirkiyê li Efrînê û li gor rêkeftinekê ligel YPGê, milîsên Hêzên Şeibî yê ser bi artêşa Sûriyê ve derbasî herêma Efrînê bûn.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî jî, ji destpêka derbasbûna bo Efrînê ve û ta niha 58 milîsên Hêzên Şeibî li navçeyên cuda yên Efrînê hatine kuştin.

 

S. B