Herêma Kurdistanê bersiva Hikûmeta Iraqê dide

"Biryar e piştî civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kongirekî rojnamevanî lidar bixe".

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Encûmena wezîrên Herêmî Kurdistan bicive û derbarê pesendkirina budce û bicînekirina daxwazên Kurdan di pirojeyasaya budceyê de, bersiva Hikûmeta Iraqê bide.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê: "di civîna îro ya Encûmena wezîran de, wê behsa çend teweran bê kirin, yek ji wan teweran bersivdana Hikûmeta Iraqê ye derbarê paşguhkirina daxwazên Kurdan û pesendkirina pirojeyasaya budceyê di perleman de bêyî rezamendiya Kurdan".

Herwiha nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Biryar e piştî civînê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kongirekî rojnamevanî lidar bixe".

Duh Perlemana Iraqê bi piraniya dengan û bê guhdan bi daxwazên Kurd. Pirojeyasaya budceya sala 2018an pesend kir û firakisyonên Kurdistanî ew civîn baykot kirin.

N.O