Bayê şerekî mezin li navçeyê radibe

Dezgeha weşana Israîlî "Makan": Amerîka bi 2500 serbaz li gel 2 hezar serbazên Israîlî, beşdarî wê manora mezin dibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Yekşemê 4/3/2018an, manora "Juniper Cobra" di navbera hêzên artêşa Amerîka û ya Israîlê de, ji bo bihêzkirina karînên berevaniya herdu artêşan beramberî gefên mûşekên Îranê û Hizbullaha Lubnanî destpê kir û çavdêr wê manorê wek amadekarî ji bo cengeke herêmî dibînin.

Dezgeha weşana Israîlî "Makan" ragihandiye, ku Amerîka bi 2500 serbaz li gel 2 hezar serbazên Israîlî, beşdarî wê manora mezin dibe.

Manor heya nîvê vê mehê berdewam dibe û armanca wê ya serekî, perwerdekirina hêzên beşdar e li ser çawaniya bikaranîna sîstmên berevaniya ezmanî "Hîtis" û "Qubeya hesinî" û bikaranîna avêjên mûşekên Dawud û Patiryot.

Çavdêr di wê baweriyê de ne, ev manor beşek ji wan gef û nakokiyên di nav Israîl û Îran û Hizbullaha Lubnanî de ye û amadekariya egera çêbûna cengekê mezin e.

Ji bilî wê manora mezin, îro jî artêş û polîsê Israîlî, li navçeyên Celîl dest bi rahênaneke 4 rojî kirine.

Herwiha biryar e di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, di rojên pêş de, serdana Amerîka bike û li gel serokê wî welatî Donald Trump, derbarê doseya Îran û Filestînê gotûbêjan bikin.

N.O