Mesrûr Barzanî: Bexda ji cibicîkirina destûrê xwe vedidize

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî li ser binemayên cibicîkirina destûrê dike û radigihîne: “Herêma Kurdistanê erkên xwe yên destûrî cibicî kirine, lê Bexda xwe ji cibicîkirina tevahiya bendên destûrê vedidize. Herwiha divê civaka navdewletî bi awayekî çalaktir erkên xwe li navçê bike, ta ku zemîne ji bo serîhildana tundûtûjiyê û geşbûna terorê çê nebe.

K24 -  Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5.3.2018an ligel balyoza nû ya Norwayê ji bo Urdin û Iraqê Tone Allres civiya. Di civînê de Balyoza Nerwayê pêzanîna welatê xwe ji bo qurbanîdana hêza Pêşmerge di şerê li dijî terorê de ragihand û amaje bi wê da ku Nowrway bi girîngî li rola Herêma Kurdistanê li navçê dinêre û xwazyarê berferehkirina zêdetir a pêwendiyên dualî bi Herêma Kurdistanê re ye.

Baloza Norwayê piştevaniya welatê xwe ji danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dupat kir  û hêvî xwast di demeke nêzîk de ew danûstandin encamên erênî jê derkevin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Balyoza Norwayê re di posta xwe ya nû de xwast û pesnê welatê Norwayê da ji bo piştevanî û hevkariya di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.

S. B