Almanya hejmara hêzên xwe li Iraqê zêde dike

Hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Almanya xwestiye, hêzeke zêdetir ji pizîşkên serbazî û hejmarek serbaz bişîne Iraqê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Die Tageszeitung ya Almanî belav kiriye, ku Hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Almanya xwestiye, hêzeke zêdetir ji pizîşkên serbazî û hejmarek serbaz bişîne Iraqê.

Di raporekê de, rojnameya navhatî diyar kir, ku ev demek e Hikûmeta Iraqê danûstandinan li gel wezaretên bergirî û derve yên Almanya destpê kiriye û di dawiyê de, Hikûmeta Almanya razî bûye ku hêzên xwe li Iraqê zêde bike.

Ev yek di demekê de ye, milîsên ser bi Heşda Şeibî ve, bi awayekî berdewam gefan li hêzên biyanî dikin daku ji nav axa axa Iraqê derkevin.

Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ya li dijî DAIŞê, hejmarek ji serbazên xwe şand Iraq û Herêma Kurdistanê, daku rahênana hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge bikin.

N.O