NATO: Li Iraqê dimînin

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê Jens Stoltenberg radigihîne, hêzên NATOyê li ser daxwaza Iraqê li wî welatî dimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê Jens Stoltenberg radigihîne, hêzên NATOyê li ser daxwaza Iraqê li wî welatî dimînin.

Jens Stoltenberg di serdana xwe ya ji Bexdayê re ragihand. Ew li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li wî welatî ne, ne ku bê razemendî û vexwandina Iraqê li wî welatî ne.

Ev daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê piştî wê yekê tê, berî 4 rojan parlemantoya Iraqê daxwaza diyarkirina dema vekişandina hêzên biyanî ji wê welatî kiribû. 

Jens Stoltenberg tekez kir jî, hêzên 19 welatên ku di çarçova NATOyê de li Iraqê ne, rahênankirinê bi hêzên Iraqî didin, bi taybet di warê pûçkirina bombeyên vedayî, bijîşkiya leşkerî û çakirina keresteyên leşkerî de.

Da zanîn jî, NATO dê di rahênankirina hêzên Iraqî de berdewam be, ta tekez dibe ku DAIŞ careke din serî hilnede.

Herwiha got, NATO dê hevkariya Iraqê ji bo avakirina dibistan û akademiyên leşkerî bike û kar ji bo çaksaziya dezgehan û nehîştina gendeliyê bike.

 

S. B