Salman: Iran, Tirkiye û Qeter sêgoşeya şeytanî ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Di bersîvên xwe ji bo kenala telewizyonî CBC a Erebî de, mîrzayê Erebistana Siûdî Salman welatên herêmê Qeter, Iran û Tirkiye wekî sêgoşeya şeytanî binav kirin.
Salman diyarkir ku, ev her sê welat siyasetên metirsîdar dijî ewleyiya herêmê û welatên Ereb pêktînin û bi taybetî Îran bi dagîrkeriya mezhebî tewanbar kir.
Salman bin Muhammed destnîşankir ku: “Siyaseta Erdogan a piştgiriya Brayên Musilman bi mebesta vejandina Hilafeta Osmaniyan e. Iran jî dixwaze şoreşa xwe ya mezhebî-ideolojîk liser herêmê bisepîne”.
C.B