Fûad Meisûm daxwaza civîneke bilez di nav Hewlêrê û Bexdayê de dike

Serokê Iraqê derbarê kirîzên di nav Hewlêr û Bexdayê de, li gel şanderê taybet yê Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Yan Kobish civiya.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Iraqê Fûad Meisûm di yekem bizava xwe de, piştî derbaskirina pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê, daxwaza lidarxistina civîneke bilez di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir.

Nivîsgeha serokê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku serokê wî welatî derbarê kirîzên di nav Hewlêr û Bexdayê de, li gel şanderê taybet yê Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Yan Kobish civiya.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku di wê civînê de, Serokê Iraqê bi armanca çarekirina kêşeyan, daxwaza destpêkirina civînên bilez di nav Hewlêr û Bexdayê de kiriye.

Herwiha tekezî li ser giringiya nêzîkkirina nerînên di nav Hewlêr û Bexdayê de kir, bi taybet piştî ku pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê bêyî razîbûna perlemanterên Kurd hat pesendkirin.

Ji aliyekî din ve, peyvdarê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di kongireyekî rojnamevanî de ragihand, ku Îro civîneke şêwirmendî, di navbera wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistan û perlemanterên Kurdistanê û hejmarek ji perlemanterên Bexdayê hat lidarxistin.

Dizeyî diyar kir, ku di demeke nêzîk de, wê civîneke din bê lidarxistin û Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê di rojên bê de, civînên bêtir derbarê kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de lidar bixin.

N.O