Rûsya: Her 39 kesên ku di firokeya ketî de mir in, serbaz bûn

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê liser ketina firokeya xwe ya “barhîlgir” daxûyaniyek belavkir û diyarkir ku, her 39 kesên di encama ketina firokeyê de jiyana xwe jidest dayî serbaz bûn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê liser ketina firokeya xwe ya “barhîlgir” daxûyaniyek belavkir û diyarkir ku, her 39 kesên di encama ketina firokeyê de jiyana xwe jidest dayî serbaz bûn e.

Wezaretê ragihand ku, firokeya Antonov-26 nêzîkî bînkeya Hmemîm a Rûsyayê li Suriye ket, 33 rêwî û 6 personal ên firokeyê bi giştî 39 serbaz mirin e.

Di agahdariya destpêkî de hatibû gotin, ku yên jiyana xwe jidest dayî 32 kes bûn e, lê ya rast 39 kes bûn e.

Heta niha liser egera ketina firokeyê tu agahdarî nehatiye dayin, lê bawerî heye ku di encama pirsgîrekên teknîkî de be.

 

C.B