Frensa dubare ji Tirkiyê dixwaze ku operasyona Efrînê rawestîne

Wezîrê derve yê Frensa: Kêşeya Efrînê ji ya Xûta ne kêmtir e, karê ji bo agirbesta Xûta bêkirin, divê ji bo Efrînê jî bêkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian eşkere kir, ku niha hemû bizavên civaka navdewletî, ji bo rawestandina şerê Sûrya tên kirin, bi awayekî ne tenê êrîşên rêjîmê li ser Xûta Rojhilat bê rawestandin, lê pêwîst e êrîş û operasyona Tirkiyê ji li Efrînê bê rawestandin.

Jean-Yves Le Drian li pêşiya komîteya karûbarên derve di Perlemana welatê xwe de tekez kir ku "Rawestandina şer li Sûrya di berjewendiya hemû aliyan de ye û di berjewendiya tevahiya Sûryê de ye. Pêwîst e ez bêjim, ku biryar e di rojên hatî de, em hemû bizavên ji bo pirsa Xûta Rojhilat li Sûrya firehtir bikin, lê nabe em ji bîr bikin, ku kêşeya Efrînê ji ya Xûta ne kêmtir e, karê ji bo agirbesta Xûta bêkirin, divê ji bo Efrînê jî bêkirin".

Herwiha got: "Hikûmeta Frensa çendîn car ev daxwaz ji berpirsên Tirkiyê kiriye û tekez jî kiriye, ku Frensa ji destwerdana Tirkiyê li dijî şervanên Kurd li Efrînê dilgiran e û çendîn car jî me ji Tirkiyê xwestiye ku wê operasyonê bidawî bîne".

Berî niha jî di pêwendiyeke telefonî de, serokê Frensa Emmanuel Macron daxwaz ji serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kiribû, operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê rawestîne, lê vê daxwaza Macron berpirsên Tirkiyê dilgiran kiribû.

N.O