Putin: Hevpeymaniya me ligel Tirkiye û Iranê bibandor e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di dokumentara ku ji alî rojnamevan Vladimir Solovyov ve hatî amadekirin de, pesnê hevpeymaniya Moskow ligel Tehran û Enqere da û diyarkir ku, bandora vê hevpeymaniyê li herêmê erênî ye.
Putin got: Li Rojhilata Navîn berjewendiyên welatan hene, Berjewendiyên Iranê Misrê, Tirkiye, Israil, Ûrdinê hene. Berjewendiyên welatên bihêz wekî: Amerika, Çîn û Hindistanê hene. Bêgûman ên Rûsya hene. Her alî dive rêzê li berjewendiya aliyên din bigre”.
Serokê Rûsya giringiyek taybet da hevpeymaniya Iran, Tirkiye û Rûsyayê û diyarkir ku, bandorên wê yên erênî li Suriye bûn e.
C.B