Li ser Efrînê di Perlemana Tirkiyê de pevçûna bidestan çêbû

Di encama pevçûna bidestan de, perlemanterên HDPê Mehmûd Togrul û Muslîm Dogan birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterên HDPê, di Perlemana Tirkiyê de, dan xuyakirin ku li Efrînê Artêşa Tirkiyê cînosaydê dike û ji ber vê daxuyaniyê ew rastî êrîşa çend perlemanterên AKPê hatin.

Şevê din di Perlemana Tirkiyê de, operasyona Artêşa Tirkiyê li Efrînê, bû sedema derketina aloziyan. Perlementerê HDPê Mehmûd Togrul da xuyakirin, ku Artêşa Tirkiyê li Efrînê cînosaydê dike.

Di beramber de, perlementerên AKPê bi van gotinan dilgiran bûn û hin ji wan êrîşî perlemanterên HDPê kirin.

Wan perlemanterên AKPê dan xuyakirin, ku kes nikare di nav Perlemana Tirkiyê de, li dijî serbazên Artêşa Tirkiyê tiştekî bêje, ji ber ku serbaz ji bo welatê xwe şer dikin û piştî van gotinan, wan perlemanteran êrîşî hejmerak ji perlemanterên HDPê kirin.

Di encama pevçûna bidestan de, perlemanterên HDPê Mehmûd Togrul û  Muslîm Dogan birîndar bûn.

Ji 20ê Çileya derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine li Efrînê û tevî daxwazên berdewam ji aliyê gellek welatên rojavayî ve ji bo rawestandina wê operasyonê, lê heya niha Hikûmeta Tirkiyê red dike ku operasyonê rawestîne.

N.O