Dema dabeşkirina mûçeyê Bexdayê hat eşkerekirin

Komîteya hûrbîniyê ya ser bi Hikûmeta Iraqê ve: Di heyama 10 rojên hatî de, wê mûçeyên herdu wezaretên tendirustiyê û perwerdê bên xerckirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro komîteya hûrbîniyê ya ser bi Hikûmeta federalî ya Iraqê ve ragihand, ku di nava 10 rojên dahatî de wê mûçeyê du wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin".

Rêvebira pilandanînê di wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê Viyan Caf ragihand, ku hejmarek endamên komîteya hûrbîniyê ya ser bi Hikûmeta Iraqê ve, tekez kirine ku di heyama 10 rojên hatî de, wê mûçeyên herdu wezaretên tendirustiyê û perwerdê bên xerckirin".

Herwiha got: "Heya niha em nizanin wê Hikûmeta Iraqê bi çi awayê mûçe dabeş bike, lê komîteya hûrbîniyê tekez kiriye ku pere hatiye diyarkirin û di demeke nêzîk de wê bê dabeşkirin".

Viyan Caf diyar kir, ku ti kêşe yan pirsgirêk di lîsta mûçeyên wezaretên perwerde û tendirustiyê de nebûn, lê hin têbîniyên kêm hebûn, piştî xerckirina mûçe wê ew jî bên çarekirin".

Ev ne cara yekê ye, ku Bexda behsa xerckirina mûçeyên fermanberên herdu wezaretan dike, di Sêşema derbabûyî de jî Heyder Ebadî di kongirekî rojnamevanî de got: "Berî cejna Newrozê, emê firîngehan vekin û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin.

Her îro peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku hefteya derbasbûyî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pêwendiyeke telefonî de, behsa şandina mûçe û vekirina firîngehan kirin".

N.O