Ebadî mûçeya Heşda Şeibî zêde kir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mûçeyên çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî kir wek yên leşkerên artêşa Iraqê bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mûçeyên çekdarên mîlîşyaya Heşda Şeibî kir wek yên leşkerên artêşa Iraqê bin.

Li gor medya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadê îro fermaneke dîwana serokatiya hikûmetê îmze kir û tê de biryara da mûçeyên çekdarên Heşda Şeibî bibin wek yên leşkerên Iraqê.

Heyder Ebadî ku para Herêma Kurdistanê ya di budceya 2018an de kêm kir û bi vî awayî krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûrtir kir, bi dehan caran gotiye ku ewê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidin, lê belê ta niha qet tiştek nehatiye kirin.

Heşda Şeibî ku di sala 2014an de li ser binemaya fetwaya yek ji mezinên merciyetên Şîeyên Iraqê hatiye damezrandin, ji gelek koman pêk tê û piştgiriya xwe ji Îranê werdigire.

 

S. B