Çawîşoglû: Hevpeymaniya li dijî DAIŞê nerewa ye ji ber ku Kurd têde ne

Çawîşoglû: Di pêşerojê de, ti cihek ji rêxistinên terorîstî re li Sûryê nabe û ev yek giringtirîn bingeh e ji çarekirina rewşa Sûryê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, bizav û karên Hawpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka nerewa ne, madem Kurd di nav wê Hevpeymaniyê de ne.

Di daxuyaniyekê de, ji Ajansa Tas ya Rûsî re, wezîrê derve yê Tirkiyê ku bi serdaneke fermî li Mosko ye got: "Di pêşerojê de, ti cihek ji rêxistinên terorîstî re li Sûryê nabe û ev yek giringtirîn bingeh e ji çarekirina rewşa Sûryê re".

Herwiha got: "Tirkiye rijd e li rûbrûbûna PYD û YPG û rijd e jî li ser jinavbirina wan".

Mewlûd Çawîşoglû diyar kir, ku heger bi awayekî tektîkî jî hevkarî li gel PYD û YPG bê kirin, wê ew yek karekî şaş be, ji ber ku ew tektîkana di pêşerojê de, nearamiyê û tevliheviyê çêdikin".

Çawîşoglû tekez kir, ku "Enqere rijd e li ser wê yekê, ku ew navçeyên di bin destê PYDê û YPGê de ne, divê radestî xelkê wan navçeyan bên kirin. Li rojhilatê Firatê jî hemû karên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê nerewa ne, madem YPG û PYD têde beşdar in".

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya derbasbûyî ve, bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kir.

Piştî bêtirî 50 rojan ji wê operasyonê, heya niha Amerîka û welatên Ewropa ti karvedaneke tund li dijî wê nedane xuyakirin.

N.O