NY: Heftiyeke ava vexwarê li ser Efrînê hatiye birîn

Netewên Yekgirtî (NY) hişyariyê dide, ji hefteyekê ve artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ava vexwarinê ji ser Efrînê birîne û xelk neçar dibe ji wî bajarî koçber bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî (NY) hişyariyê dide, ji hefteyekê ve artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ava vexwarinê ji ser Efrînê birîne û xelk neçar dibe ji wî bajarî koçber bibe.

Ofîsa Koordînasyona Rewşa Mirovî a NYê di derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de ragihand, ji nêzîkî hefteyekê ve ava vexwarinê li ser welatiyên Efrînê hatiye birîn.

Ofîsa Koordînasyonê di daxuyaniyê de da zanîn, bendava Meydankê ketiye destê çekdaran û wan çekdaran jî ava bi yekcarî li ser Efrînê birîne û niha xelkê Efrînê bê av e.

Ava vexwarina bajarê Efrînê ji bendava Meydankê ya 15 K.M li bakurê bajarê Efrînê, piştî ku di li navenda zelalkirina avê ya li gundê Metîna (nêzîkî bendavê ye) tê pakirin, piştre di boriyên avê re diçe Efrînê. Hefteyek e jî bendav û navenda zelalkirina ava vexwarinê ketiye destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê.

Her di wê derbarê de berî çend rojan Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re dabû zanîn, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ava vexwarinê ji ser Efrînê birîne û hişyariya wê yekê da ku krîzeke mirovî li Efrînê çê bûye.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji 20ê meha Çileya bûrî ve li ser Efrînê berdewam e, Serokerkaniya Tirkiyê jî duh ragihand, ku Efrîn bi temamî hatiye dorpêçkirin.

 

S. B