Di nav 7 salan de, bêtirî 300 hezar Sûrî hatin kuştin û bi milyonan penaber bûne

Di 7 salên derbasbûyî de, bi sed hezaran sivîl li Sûryê hatine kuştin û birînkirin û bi milyonan jî xelk penaberî derveyî Sûryê bûne û heya niha kirîz bidawî nebûye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2ad7861b-f893-412e-8351-9af0118990bf/031418JRD.ism/manifest

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro 7 sal di ser kirîza Sûriyê re derbas bûn, destpêkê amadekarî dihatin kirin ku bi heman awayê xwepêşandanên li Tûnis û Misrê çêbûne, xelk li Sûryê jî, li dijî Hikûmetê xwepêşandanan bikin, du sê caran, li ser rûpelên facebookê çalakvanên Sûrî roja destpêkirina xwepêşandanan destnîşan kirin, lê ne diçû serî, piştre li bajarê Der`a, hin zarokan diruşmên li dijî rêjîma Esed li ser dîwarên xwendingehan nivîsandin, di encamê de, hêzên ewlekariya Sûryê 15 zarok girtin û ew îşkence kirin, vê yekê hişt ku kolanên Sûryê bikelin û hişt ku di 15 Adara 2011an de, xwepêşandan li dijî Rêjîmê derkevin.

Di beramberî wan xwepêşandanan de, Hikûmeta Sûryê biryar da, ku bi hêzê rê li xwepêşanderan bigire û ew gullebaran kirin û hejmarek mezin ji xwepêşanderan bi gulleyên nîşandaran hatin kuştin.

Vê yekê hêrseke mezintir li cem xelkê çêkir û xwepêşandan berfireh bûn û li piraniya bajarên Sûryê belav bûn û têde, xwepêşanderan di sala 2011an de, daxwaza xistina rêjîmê kirin, bi taybet li bajarên wek Hims û Hemayê ku di Gulana sala 2011an de, xwepêşandanên milyonî encam didan.

Bi zêdebûna bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan, cudabûn ket nav artêşa Sûryê de û gellek efser cuda bûn û di 29 Tîrmeha 2011an de, wan efseran pêkanîna Artêşa Azad li dijî rêjîmê ragihandin.

Bi vê yekê şoreşa Sûryê ji qonaxa xwepêşandanên sivîl derbasî qonaxa serbazî bû, vê yekê jî hişt ku medya rêjîmê bêje ku ew şerê terorîstan û girûpên çekdar dike û li gel wê yekê jî girûpên tundrew ji aliyê istixbaratên xwe ve derbasî nav ketîbeyên opozisyonê kir heya ku moreke islama tundrew li ser dijberên xwe bide xuyakirin.

Di sala 2013an de girûpên tundrew li Sûryê zêde bûn û Berya Nusra çêbû, di sala 2014an de jî, çekdarên DAIŞê gellek navçeyên Sûryê û Iraqê jî kontrol kir.

Vê yekê hişt ku gellek welat destwewrdanê di Sûryê de bikin ku yekem welat Îran bû û li dijî opozisyonê piştevaniya rêjîmê kir.

Piştre Hevpeymana Navdewletî bi serkêşiya Amerîka li dijî DAIŞê çêbû û hêzên Ameîrkî li Rojavayê Kurdistanê belav bûn, Rûsya jî dest bi belavkirina hêzên xwe li Sûryê kir, ku piraniya wan hêzan li perava Sûryê ne.

Di dema dawî de jî, Tirkiyê di bin navê şerê li dijî DAIŞê de û nehiştina gefên YPGê li ser Tirkiyê, ku wan bi baskê PKKê dide naskirin û wan weke terorsît binav dike, destwerdana serbazî di Rojavayê Kurdistanê de kir, di qonaxa yekem de dest bi operasyona Mertala Furatê li Ezazê kir, di qonaxa diwem de jî, di roja 20ê Çileya derbasbûyî de, li Efrînê dest bi operasyona Şaxê Zeytûnê kir, ku heya niha jî berdewam e û bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi deh hezaran jî mişext bûne û li ser astê 7 salên derbasbûyî û Sûryê bi giştî, bi sed hezaran sivîl hatine kuştin û birînkirin û bi milyonan jî xelk penaberî derveyî Sûryê bûne û heya niha kirîz bidawî nebûye.

N.O