Amerika sizayên nû liser Rûsya sepandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber destwerdanên di hilbijartinên Amerîka de, Amerîka sizayên nû li ser 19 kesatî û 5 kompanyayên Rûsya sepand.
Ji sizayên nû yên Amerîka li ser Rûsya, 19 kesatî û 5 kompanyayên taybet bi peywendî û torên internêtê hene.
Sizayên li ser wan kesatî û kompanyayan jiber belavkirina zanyariyên ne rast di hilbijartinên Serokatiya Amerîka û nakokiyên di navbera Hillary Clinton û Donald Trump de ne.
Ji wan kesatiyên ku hatine sizakirin, berpirsê ajansa peywendiyan Evgenîy Prîgojîn, ku bi kesekî nêzîkî Serokê Rûsya Vladîmir Putin tê naskirin jî, heye.
C.B