Bi sedema bombebarana Artêşa Tirkiyê nexweşxaneyên Efrînê tên veguhestin
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedema bombebarana Artêşa Tirkiyê nexweşxaneyên bajarê Efrînê tên veguhestin.
Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo ji Kurdistan 24 re ragihand, bi sedema bombebarana Artêşa Tirkiyê, nexweşxaneyên bajarê Efrînê ji bo cihên aramtir, tevî kelûpelan tên veguhestin. Hevseroka Tenduristî ya Efrînê got jî, bi sedema bombebaranê hejmarek şehîd birîndarên sivîl hene û ji ber bombebaranê nikarin hejmara rasteqîne tomar bikin.
Operasyona Tirkiye dijî Efrînê di 20ê meha Çile de destpêkir û ligor amarên fermî yên destkeftî ku ji alî desteyên rêvebiriyê li Efrînê hatine ragihandin, derdora 250 sivîlan jiyana xwe jidest dan e. Herweha zêdeyî 600 brîndaran hene, ku piştî dorpêça Efrînê rewşa nexweşxaneyên Efrînê aloztir bûn e.
C.B