Rûsya, Îran û Tirkiye: Baweriya me bi çareseriya leşkerî li Sûriyê nîn e

Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê îro li Astana paytexta Kazixistanê civiyan û ragihandin, baweriya wan çareseriya leşkerî li Sûriyê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê îro li Astana paytexta Kazixistanê civiyan û ragihandin, baweriya wan çareseriya leşkerî li Sûriyê nîn e.

Wezîrên derve yên her yên Rûsya, Tirkiye û Îranê di daxuyaniyeke hevbeş de derbarê rewşa Sûriyê de belav kirin, tê de her sê welatan tekezî li ser berdewamiya cibicîkirina rêkeftina Astanayê kirin. Herwiha şerê DAIŞê û Cebhet El-Nusra û grûpên girêdayî Qaidê kirin.

Her wiha daxuyaniyê tekez li ser wê yekê kir, ku baweriya wan çareseriya leşkerî li Sûriyê nîn e û divê alîkariya kedên navdewlet bikin ji bo bidawîanîna tundiya Sûriyê û dîtina çareseriyeke siyasî li wî welatî.

Tê de hat jî, nabe çi devereke kêmkirina aloziyan li Sûriyê bê avakirin, heger serweriya wî welatî li wî deverê bê kêmkirin.

Rûsya, Îran û Tirkiyê nîgeraniya xwe derbarê binpêkirinên di agirbesta navdewletî de tên kirin derbirîn û ji ber ku ew her sê welat ji gerantîkarên agirbestê ne, dê keda xwe bikin ji cibicîkirina agirbestê.

Ev daxuyaniya hevbeş a her sê wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê di demekê de, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji 20ê Çileya bûrî ve berdewam e.

Rêveberê Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî Panos Moumtzis jî di destpêka vê mehê de ragihand, hefteyek bi ser biryara agirbesta Netewên Yekbûyî re derbas bûye, lê hîn jî agirbest li Sûriyê nehatiye bicîhkirin û Tirkiye li Efrînê yasayên navdewletî binpê dike

Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca gihandina alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşan di roja 24ê Sibatê de biryara agirbestê ji bo 30 rojî li seranserî Sûriyê ragihandibû.

Herwiha êrîşa artêşa Sûriyê û grûpên ser bi wê ve li ser Xutaya Rojhilat a Şamê berdewam e, ku li gor raportên medyayî ku de mehekê de nêzîkî hezar kesî lê hatine kuştin.

 

S. B