Amerîka: Ji raportên ji nava Efrînê tên gelekî dilgiran in

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê raportên li ser Efrînê hatine belavkirin derbirî û got, Amerîka ji raportên ku ji nava bajarê Efrînê digihînin wan gelekî nêgeran e û ew bi hûrî rewşa Efrînê dişopînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê raportên li ser Efrînê hatine belavkirin derbirî û got, Amerîka ji raportên ku ji nava bajarê Efrînê digihînin wan gelekî nêgeran e û ew bi hûrî rewşa Efrînê dişopînin.

Wezareta Derve ya Amerîka bi vê daxuyaniyê, wek yekem helwesta Amerîka derbarê dagîrkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Îslamî yên ser bi Tirkiyê ve tê hejmartin.

Di daxuyaniyê de ku li malpera Wezareta Derve ya Amerîka hat belavkirin, tê de hat, li gor raportên di 48 demjimêrên dawî de hatine, piraniya xelkê Efrînê ku Kurd in di bin gefa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de neçar bûne koçber bibin û malên xwe bicih bihêlin û ev yek hiştiye rewşa mirovî gelekî xirab bibe.

Herwiha tê de hatiye: “Di demekê de ajansên ser bi Netewên Yekgirtî ve her bi xwe nîgeran in bi taybet jî ku behsa koçberbûna bi sedan hezar kesan dikin, ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene.”

Got jî: “Washington gelekî ji wan raportên ku behsa talanê li nava bajarê Efrînê dikin, nîgeran e.”

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand jî: “Amerîka nîgeraniya xwe ya kûr ji berpirsên Tirkiyê re ragihandiye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar ên li bakurê Sûriyê dikin ji wan jî (Tirkiye, Sûriye û Rûsya) ku rê bidin rêxistinên xêrxwaziyê û asankariyê jê re bikin, ji bo gihandina hevkariyan ji bo kesên ji mal û milkên xwe koçber bûne û herwiha rê jî ji kesên ku dixwazin vegerin malên re xweş bikin.

Di beşeke din de hat: “Amerîka pabend e bi cibicîkirina biryara Netewên Yekgirtî ya hejmara (2401) ku daxwaza rawestandina şer ji bo 30 rojî li Sûriyê dike.”

Hat jî: “Ti hebûn û tevgera Amerîka li navçeyên bakurê Sûriyê nîn e ku Efrînê lixwe bigire. Em Pabend in bi hevpeymaniya xwe bi Tirkiyê re ku hevpeyman in di NATOyê de. Em pabend in bi rewatiya nîgeraniya ewlehiya Tirkiyê. Herwiha pabend in bi hevpeymaniya di şer li dijî DAIŞê de ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li rojhilatê Sûriyê. Tundûtûjiya ji du mehên bûrî ve li nava Efrînê, girîngiya li ser şerê li dijî bi aliyekî din ve biriye û derfetek ji DAIŞê re dirust kiriye, ku xwe li hin navçeyan birêkxistin kiriye.”

Di dawiyê de jî Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji hemû aliyan kir, ku xema wan ya yekem gefa mezin be, ya ku DAIŞê dirust kiriye.

Duhî û piştî du mehan ji êrîşa li ser Efrînê hêzên Tirkî û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê derbasî nava bajarê Efrînê bûn, li gor raportan jî çekdarên mîlîşyayên Sûrî dest bi dizî û talankirina mal, dikan û otombîlên welatiyên sivîl kirine.

 

S. B