Çavuşoglu: Em xepandinê qebul nakin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, jiber Amerîka sozên dan e bicîh neanîn e, wan bixwe dest bi Operasyona Efrînê kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu dibêje, jiber Amerîka sozên dan e bicîh neanîn e, wan bixwe dest bi Operasyona Efrînê kirin e û gefa dirustkirina korîdora terorê û parçekirina Sûriyê ji holê rakirine. Da xuyakirin, ew êdî xapandinê qebûl nakin û ew dê bixwe çavdêriya derxistina YPG ji Minbicê bikin û divê bajarên din jî di deste PYDê de neyên hîştin.

Çavuşoglu destnîşan kir: "… Eger 19'ê mehê civîna me bi Amerîkayê re hatiba kirin, li gor nexşerêyê, diviya YPG di bin çavdêriya Tirkiye û Amerîka ji Minbicê hatiba derxistin.

Me negotiye hêzên Amerîkayê ji vê derê derkevin. Êdî xapandin û paşguhxistin nîn e. Divê her tişt bi çavdêriya me û beşdariya bê kirin. Tenê ne li Minbicê, li hemû deverên bin kontrola PYDê ev xebat pêwîste bê kirin. Divê em rê nedin rêxistinên terorê van bajaran kontrol bikin.

Di demek weha de Tîllerson hat guhertin. Dema Pompeo dest bi kar bike, emê hevdîtin bikin û xebatên xwe wek hatine plankirin berdewam bikin. "  

 

C.B