Çekdarên opozisyonê jeneratorên nexweşxaneyeke Efrînê didizin
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderên haydar ji nav bajarê Efrînê ji Kurdistan24ê re ragihandin, ku şevê din, çekdarên opozisyona Sûryê, 2 jenerator (Miwelîde) yên behemanîna eletirîkê yên nexweşxaneya Dêrsim dizîn û niha kar li wê nexweşxaneyê rawestiya ye.
Heman jêderan diyar kirin, ku wan çekdaran hin otombêlên pizîşkên wê nexweşxaneyê jî dizîne û van kiryaran dilgiraniyek li cem xelkê bajar bi tevahî çêkiriye.
Nexweşxaneya Dêrsim piştî nexweşxaneya Avrîn ya herî mezin e li bajarê Efrînê û piştî ku ya Avrîn ji amêr û tîmên pizîşkî hat valakirin, nexweşxaneya Dêrsim pêşwaziya nexweş û birîndaran dikir.
Piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûryê ve, di roja 18ê Adarê de, artêşa Tirkiyê dagîrkirina bajarê Efrînê ragihand.
N.O