Çavuşoglu: Liser Minbic ne rêkeftin, em dibêjin têgihiştin heye

Piştî daxûyaniya Wezareta derve ya Amerikayê ku, liser Minbicê rêkeftin ligel Tirkiye pêk nehatiye,Wezîrê derve yê Tirkiye di daxûyaniyek dawî de diyarkir: “me ne gotiye ligel Amerika rêkeftin liser Minbicê pêkhatiye, em dibêjin têgihiştin heye”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî daxûyaniya Wezareta derve ya Amerikayê ku, liser Minbicê rêkeftin ligel Tirkiye pêk nehatiye,Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu di daxûyaniyek dawî de diyarkir: “me ne gotiye ligel Amerika rêkeftin liser Minbicê pêkhatiye, em dibêjin têgihiştin heye”.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê berî rojekê gotibû ku, ligel Amerika me liser Minbicê rêkeftin pêk aniye û em li hêviyê ne Amerika pêwîstiyê rêkeftinê bicîh bîn e. Berdevke Wezareta derve ya Amerika Heather Nauert jî ev daxûyanî wekî henek liqelem xistibû û gitibû ku, tu rêkeftin ligel Tirkiye liser Minbic nîn in.

 

C.B