DAIŞ êrîş kir, 4 serbazên Iraqî kuştin

DAIŞ li devera Enbar, deriyê sînorî yê Trebil êrîşî serbazên Iraqê kir û ligor agahdariyên destpêkî 4 serbazên Iraqî hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ li devera Enbar, deriyê sînorî yê Trebil êrîşî serbazên Iraqê kir û ligor agahdariyên destpêkî 4 serbazên Iraqî hatine kuştin.

Deriyê sînorî yê Trebil liser rêya navneteweyî ya di navbeyna Ûrdin – Iraqê de ye û çekdarên DAIŞê êrîşî vî derîyê sînorî kirin e, û 4 serbazên ji parastina deriyê sînorî kuştin.

Beriya çendîn mehan Serokwezîrê Iraqê bidawîanîna DAIŞ li Iraqê ragihandibû, lê ji wê demê ve DAIŞê çandîn caran çalakiyên êrîşê encam dan e. Herweha ligor agahdariyan, li hin deveran ji nû ve xwe birêxistin dike.

 

C.B