Theresa May: Rûsya li ser asayişa tevayiya Yekîtiya Ewrûpa gef e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîra Brîtanya Theresa May tekez kir, Rûsya li ser asayişa tevayiya Yekîtiya Ewrûpa gef e.
May di perawêza lotkeya Brûkselê ya Yekîtiya Ewrûpa ragihand, Rûsya ne tenê li ser Brîtaniya gef e, lê li ser hemû Ewrûpayê gef e.
Serokwezîra Brîtanya amaje bi wê yekê jî kir, Rûsya rêzê li serweriya welatan nagre, û ti gerentiyek nîn e ku Rûsya wek rûdanên Salzbêrî, li hemû Ewrûpa dûbare neke.
C.B