Rûsya û Bereya Ehrar El-Şam li Xûteyê lihev kirin

Navenda lihevanînê ya Rûsî li Sûryê diyar kir, ku li Xûteya Rojhilatê Şamê, şanda Rûsî û milîsên Ehrar El-Şam gihiştine rêketinê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku ew li gel çekdarên Bereya Ehrar El-Şam gihiştine rêketinekê, ji bo ew çekdarana li gel malbatên xwe ji navçeya Heresta ya Xûteya Rojhilat bi selametî derkevin û ber bi Idlibê ve biçin.

Navenda lihevanînê ya Rûsî li Sûryê diyar kir, ku li Xûteya Rojhilatê Şamê, şanda Rûsî û milîsên Ehrar El-Şam gihiştine rêketinê.

Duh Pêncşemê 23ê Adara 2018an, 1895 çekdarên Ehrar El-Şam li gel malbatên xwe ji navçeya Heresta derketin û ber bi parêzgeha Idlibê ve çûn.

Her yek ji artêşa Sûryê û ya Rûsya serperiştiya veguhestina çekdarên ser bi opozisyonê ve dikin.

Jêder: RT

N.O