Amerîka hêzeke taybet ber bi Minbic ve şand

Fermandeyekî wê hêzê: Wê Amerîka hejmarekê ji hêzên xwe yên taybet li bakurê Minbic belav bike û piştî çar rojan ew hêz wê derbasî deverê bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema gefên Tirkiyê, Amerîka hêzeke bêtir ber bi bajarê Minbic ve şand û ew hêz li bakurê wî bajarî belav kir.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Minbic ragihand, Amerîka ew hêz şandiye Minbic, daku parastina wî bajarî bike û beşdariyê di avakirina bingeheke serbazî de, li bakurê wî bajarî bike.

Li gorî daxuyaniyên fermandeyekî wê hêza Amerîkî ji nûçegihanê Kurdistan24ê re, wê Amerîka hejmarekê ji hêzên xwe yên taybet li bakurê Minbic belav bike û piştî çar rojan ew hêz wê derbasî deverê bibe.

Piştî operasyona Efrînê, berpirsên Tirkiyê çendîn caran behsa operasyoneke hevşêwaz li Minbic jî kirine û tekez kirine, ku ewê Minbic jî kontrol bikin û bi awayekî hevbeş li gel Amerîka birêve bibin.

Bajarê Minbic dikeve rojavayê çemê Firatê û navenda Rojavayê Kurdistan, di sala 2014an de, çekdarên DAIŞê ew bajar ji destê ketîbeyên opozisyonê derxistin û di Tebaxa sala 2016an de, bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hêzên HSD ew bajar kontrol kirin.

N.O