Hewl tên dayîn Xelkê Xûtayê li Efrînê bicih bibin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê dibêjin, ew pêwendiyê bi Tirkiyê re dikin ji bo xelkê Xûtaya Rojhilat li Efrînê bicih bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên opozîsyona Sûriyê dibêjin, ew pêwendiyê bi Tirkiyê re dikin ji bo xelkê Xûtaya Rojhilat li Efrînê bicih bikin.

Peyvdarê Feyleqa El-Rehman Wail Ilwan ji ananseke opozîsyona Sûriyê re ragihand, ew bi Tirkiyê re di pêwendiyê de ne, ji bo xelkê Xûta yê di vê dawiyê de ji herêmên xwe derketine, li Efrînê bicih bikin.

Wail Ilwan got jî, li şûna ku xelkê Xûtayê biçin Idlibê û bikevin nava nakokiyên di navbera grûpên şerker ên li wî bajarî, bila li Efrînê bicih bibin.

Ji berî du rojan ve û li gor rêkeftinekê di navbera hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de nêzîkî 2 hezar çekdar û malbatên wan li ser 2 karwanan ji Xûtaya Rojhilat (Nêzîkî Şama paytext) derketin û berên xwe dan parêzgeha Idlibê.

Ev daxuyaniya wî serkirdeyê opozîsyonê di demekê de ye, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di roja 18ê vê mehê derbasî Efrînê û Serokomarê Tirkiyê jî gotibû ku ewê koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne, li Efrînê bicih bikin.

Ji aliyê xwe ve fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêjin, yek ji armanca Tirkiyê ew e, xelkê Efrînê yên Kurd koçber bike û kesên biyanî lê bicih bike, da ku guhartineke demografî li Efrînê çê bike.

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li Efrînê de, nêzîkî 200 hezar welatiyên Efrînê ji bajarî derketibûn û berên xwe dabûn bakurê Helebê, lê niha ew hewl didin vedigerin ser mal û milkên xwe.

 

S. B