"Ger Tirkiyê nêzîkî Şingalê bibe wê PKK bi tundî berevaniyê bike"

"Heya niha ti tevgereke serbazî Tirkî ber bi Şinaglê ve nebûye, lê ger tiştekî wiha bibe, emê ji bo parastina êzdiyan bi tundî bersiva artêşa Tirkiyê bidin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Karkirên Kurdistanê "PKK" soz dide ku heger artêşa Tirkiyê xwe nêzîkî Şingalê bike, wê gerîleyên wan bi tundî bersivê bidin.

Fermandeyekî PKK bi navê Kawa Şêxmûs, ji ajansa Sputnik ya Rûsî re got: "Heya niha ti tevgereke serbazî Tirkî ber bi Şinaglê ve nebûye, lê heger tiştekî wiha bibe, emê ji bo parastina êzdiyan bi tundî bersiva artêşa Tirkiyê bidin".

Herwiha ragihand, ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, berdewam daxuyaniyên nerast dide.

Hevdem balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yeldiz, red kir ku niha ti piroseyeke serbazî li dijî gerîlayên PKK li Şingalê destpê kiribe.

Fatih Yeldiz li ser Twitter a xwe nivîsiye: "Dixwazim we haydar bikim, heya niha ti operasyoneke serbazî Tirkî li dijî PKK li Şingalê destpê nekiriye".

Ev axaftina Yeldiz piştî daxuyaniyên serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan hat, ku roja Yekşemê 25/3/2018an, li pêşya hejmareke mezin ji xelkê li wîlayeta Trapzonê li bakurê rojhilatê Tirkiyê got: "Operasyona serbazî li dijî PKK li Şingalê destpê kiriye".

Di heman demê de, fermandeyê operasyonên hevbeş yên Iraq, di daxuyaniyekê de, red kir ku ti tevgereke serbazî Tirkî ber bi sînorên Iraqê ve hebe.

Ev gef û daxuyanî hevdem im li gel biryara PKK ji bo kişandina hejmarek ji gerîlayan ji Şingalê, ku li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê PKK ew biryar daye, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Êzdiyan çendîn caran ji PKK xwestin ku gerîleyên xwe ji wê deverê bikişîne, lê PKK ew daxwaz berdewam red dikir.

Gerîlayên PKKê, di Tebaxa 2014an de, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de, li devera Şinaglê belav bûn û piştî nemana DAIŞê li wê deverê, PKK bi berdewamî red dikir ku gerîleyên xwe bikişîne.

N.O