Amerîka 60 dîplomatkarên Rûsî dersînor dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro biryarek derkir, li gor wê biryarê 60 dîplomatarên Rûsî ji Amerîka tên dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro biryarek derkir, li gor wê biryarê 60 dîplomatarên Rûsî ji Amerîka tên dûrxistin.

Ajansa “Reuters” li ser zarê berpirsekî pilebilind ê Amerîkî belav kir, piştî doza jehrkirina sîxorê berê ê Rûsî Sergey Skripal, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro biryara dûrxistina 60 dîplomatarên Rûsî ji Amerîka da.

Wî berpirsê ji Koşka Spî ya Amerîkî ku nexwastiye navê wî were aşkerekirin got, ev gav bi taybet ji bo 12 wekîlên îstixbarata Rûsî ye, ku di çarçova şanda dîplomasî ya Moskoyê li baregeha Netewên Yekgirtî de kar dikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Amerîkî di daxuyaniyekê de molet ta roja 2ê Nîsana bê da Moskoyê, ku konsolxaneya xwe ya li bajarê Seattle li bakurê rojavayê Amerîka bigire.

Wê ajansê nivîsî jî, li gor berpirsên di rêveberiya Amerîka de, Washington gelekî ji çalakiyên îstixbaratî yên Rûsyayê nîgeran e, ku her diçe tundtir dibin.

Ev gava Amerîkî hevdem e bi 14 welatên Yekîtiya Ewropayê re, ku piştî jehrkirina sîxorê Rûsî Sergey Skripal, wan jî biryara dûrxistina dîplometkarên Rûsî ji welatên xwe de dan.

Roja 4ê Adarê efserê Rûsî Sergei Skripal yê pêwendî bi Brîtanyayê re dikir û keça wî ve li Brîtanyayê hatin jehrkirin, welatên Ewropî jî Rûsyayê bi kuştina wî tometbar dikin.

 

S. B