DAIŞ kêra xwe ji bo Kerkûkê tûj dike

Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser hêzên ewlehiya Iraqê û Heşda Şeibî li sînorê Kerkûkê dest pê kiriye. Parlemanterkî Iraqê jî dibêje, navçeyên ku berî 16ê Cotmehê ji aliyê Pêşmerge ve dihatin parastin, niha ketine destê DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser hêzên ewlehiya Iraqê û Heşda Şeibî li sînorê Kerkûkê dest pê kiriye. Parlemanterkî Iraqê jî dibêje, navçeyên ku berî 16ê Cotmehê ji aliyê Pêşmerge ve dihatin parastin, niha li pêş çekdarên DAIŞê vekirî ne.

Parlemanterê Kurd ê di parlemantoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ji K24ê re got: “Rewşa Kerkûk ne aram e û metirsiyeke mezin li ser wî bajarî heye. Ew deverên di navbera Hewîce û Kerkûk ku berê hêzên Pêşmerge diparist, niha li pêş DAIŞê vekirî ye. Di nava bajêr de jî dezgehên asayiş û polîsa Kerkûkê karê xwe dikir û şanên nivistî destser dikirin û didan dadgehê, lê niha ew kar hemû nemane.”   

Şaxwan Abdulah got jî: “Careke din çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê derketine û di çend rojên bûrî de hejmarek êrîş kirine, ku di encamê de zêdetir ji 25 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin. Herwiha hejmarek ji welatiyên sivîl jî di navbera Daqoq û Bexdayê de jî hatin kuştin.”

 

Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Kerkûk yê hatiye sepandin Rakan Cibûrî ji ajanseke Almanî re ragihand, hikûmeta Iraqê bi kontrolkirina bajarokê Hewîce re bilez bidawîhatina DAIŞê li Iraqê ragihand û berê xwe da navçeyên Kurdistanî dagîr kir.

Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku berî 16ê Cotmehê ji aliyê Pêşmerge ve dihatin parastin, aramiyek lê peyda bûbû.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ve, rewşa wan navçeyan niha gelekî metrisîdar in.

 

S. B