Li Efrînê Teqîn: 6 kes ji malbatekê bûn qurbanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna bombeyeke vedayî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, 6 kes ji yek malbatê şehîd bûn.
Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, îro bombeyeke vedayî li mal Ehmed Xelîl Hesen ya li taxa Eşrefiya teqiya û di encamê de malbata ku 6 kesan pêk tê, hemû di wê teqînê de canên xwe jidest dan.
Li gor çalakvanan, xaniyê malê bi ser wê malbatê de hilweşiya û Ehmed Xelîl Hesen û hevjîna wî Sultan û 4 zarokên wî Tolîn, Rojîn, Diljîn, Zehîde û Mihemed canê xwe jidest dan.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî şerê 2 meha di roja 18ê Adarê derbasî Efrînê bûn, li gor çalakvanan jî gelek mîn û bombe li mal û avahiyên Efrînê hatin çandin, ti aliyek jî li çandina wan bombeyan mikur nayê.
Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê herî zêde welatiyên sivîl bûne qurbanî, li gor amaran hat niha zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 700 sivîlên din jî birîndar bûne.
S. B