Bozdag: Li bendê ne Iraq PKK ji Şingalê derbixe

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag da xuyakirin, li gor agahiya wan, di heyama du rojan de artêşa Iraqê rojhilat û rojavayê Şingalê kontrol kirine û ew li bendê ne ku bi tevahî PKK ji Şingalê bê derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag da xuyakirin, li gor agahiya wan, di heyama du rojan de artêşa Iraqê rojhilat û rojavayê Şingalê kontrol kirine û ew li bendê ne ku bi tevahî PKK ji Şingalê bê derxistin.

Bekir Bozdag di konferanseke rojnamevanî de got: "Agahiyên ku me ji dezgehên hewalgêrî girtine, artêşa Iraqê bi tevgerên xwe yên du rojan de, li aliyê rojhilat û rojavayê de Şingal kontrol kirine. Herweha daxuyaniyên rayedarên Iraqê jî hene ku, Tirkiye ji nêz ve van daxuyaniyan û tevgerên dişopîne. Ji bo me pir girîng e ku gotin û kiryar çiqas hev digrin. Eger hev negre bo me ti girîngiya van daxuyaniyan namîne.”

Da xuyakirin, ew  rê nadin PKK nav û ala xwe biguherîne û li deverê bimîne û eger ku weha be, çi pêwîst be dê bikin û li bendê ne ku hikûmeta Iraqê sozên dane bicîh bîne.

Ev daxuyanî hevdem e bi biryara PKK ji bo kişandina hejmarek ji gerîlayan ji Şingalê, ku li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê PKK ew biryar daye, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Êzdiyan çendîn caran ji PKK xwastin ku gerîleyên xwe ji wê deverê bikişîne, lê PKK ew daxwaz berdewam red dikir.

Gerîlayên PKKê, di Tebaxa 2014an de, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de, li devera Şinaglê belav bûn û piştî nemana DAIŞê li wê deverê, PKK bi berdewamî red dikir ku gerîleyên xwe bikişîne.

 

S. B