Ebadî hişyariya dubere rûxandina artêşa Iraqê dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê dubare hilweşîna artêşa Iraqê hişyariyê dide û dibêje: “Nabe nûçeyên têkçûna artêşa Iraqê li hember DAIŞê bêne belavkirin.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevdîtinekê ligel şandeke cemawerî ragihand, gelekî seyr e ku hin nûçeyên derew tên belavkirin, ku artêşa Iraqê li pêş êrîşên DAIŞê têk diçe.
Ebadî hişyarî derbarê duber rûxandina artêşa Iraqê li hember DAIŞê da û got: “Çima em dibin alavek bi destê DAIŞê û nûçeyên derew wek kuştina leşkerên artêşa Iraqê li navçeyên cuda ên Iraqê belav dikin.”
Demek e çekdarên DAIŞê dest bi çalakiyên xwe li çend navçeyên Iraqê yên cuda kiriye û çend kiryariyên terorî li dijî artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û welatiyên sivîl li parêzgeha Kerkûk û Enbarê kirine.
Di wê derbarê de Parlemanterê Kurd ê di parlemantoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ji K24ê re gotibû: “Piştî vekişîna Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên wê, niha rewşa Kerkûkê gelekî metirsyar e, ku niha ew navçe li pêş DAIŞê vekirî ye.”
Şaxwan Abdulah got jî: “Careke din çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê derketine û di çend rojên bûrî de hejmarek êrîş kirine, ku di encamê de zêdetir ji 25 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin. Herwiha hejmarek ji welatiyên sivîl jî di navbera Daqoq û Bexdayê de jî hatin kuştin.”
S. B