Amerîka: Di hilbijartinên Iraqê de, em piştevaniya ti aliyekî nakin

Balyozê Amerîka li Iraqê: Gellekî zehmet e sextekarî di vê gera hilbijartinan de bên kirin û encam bên guhertin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman ragihand, ku welatê wî di hilbijartinên dahatî yên Iraqê de, piştevaniya ti hêzê yan aliyekî nake, lê ewê piştevaniya Hikûmeteke liberal bike ku dûrî pirsên taifî be û xizmeta hemû pêkhatên Iraqê bike.

Doglas Siliman diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ew haydar kiriye, ku hêzên Iraqî pilaneke baş ji bo parastina xelkê û bingehên dengdanê amade kiriye û got: "Em beşdariyê di wê pilanê de nakin ji ber ku hêzên Iraqî bi xwe karin wî karî birêve bibin".

Herwiha derbarê ew metirsiyên li ser karên sextekariyê yan guhertina encamên dengdanê, Siliman got: "Gellekî zehmet e sextekarî di vê gera hilbijartinan de bên kirin û encam bên guhertin, ji ber ku ew sîstema nû, ya di van hilbijartinan de wê bê meşandin, gellekî hûrbîn e û bi ti awayî rê nade sextekarî yan guhertina encaman bê kirin".

Biryar e di roja 12/5/2018an de, hilbijartinên gera nû ya Perlemana Iraqê  bê encamdan, li gorî rewşa siyasî ya Iraqê, vê carê di navbera Ebadî û Malikî de nakokiyên mezin hene û herdu alî wê bi du lîstên cuda beşdariyê di hilbijartinan de bikin".

N.O