12 erdhej li pey hev sînorên parêzgeha Silêmaniyê hejandin

Îro êvarî 12 erdhej li pey hev, sînorên parêzgeha Silêmaniyê hejandin û li gorî pîvana Rexter, hêza wan 3 pile derbas kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêveberiya keşnasî û erdhejan ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku îro êvarî 12 erdhej li pey hev, sînorên parêzgeha Silêmaniyê hejandin û li gorî pîvana Rexter, hêza wan 3 pile derbas kir.

Li gorî rêveberiya keşnasî û erdhejan, navenda erdhejê li sînorên di nav Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bû.

Herwiha hat ragihandin ku wan erdhejan, bi hêza 3.7 pile li ser pîvana Rexter li bajarê Xaneqîn jî dan û li bajarê Kelar û navçeya Germiyan hêza erdhejan 2.8 pile li gorî pîvana Rexter bû.

Di Cotmeha sala derbasbûyî de, çendîn erdhej li navçeyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dan, di encamê de, gellek ziyanên canî û maddî li pey xwe hiştin.

N.O