500 Gerîlayên PKK ji Şingalê vekişiyan

PKK: Gerîleyên me ji bo parastina xelkê navçeyê çûn Şingalê, piştî ku ew armancên xwe bicî kirin, niha em hêzên xwe ji wê deverê dikişînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji devera Şingalê ragihand, ew gerîlayên PKKê ku xelkê Bakur û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bûn, ji Şingalê vekişyane û ber bi navçeyên Rojavayê Kurdistanê ve çûne.

Herwiha got: "Hejmara gerîlayên PKK ku ji navçeyê vekişiyane 500 kes bû û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve çûne.

Ajansa Sputnik ya Rûsî heman zanyarî li ser wan gerîlayan belav kiriye, tevî ku heya niha PKK bi fermî hejmara wan ranegihandiye.

Roja Sêşema derbasbûyî, qayimqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand, piştî ku hêzên Iraqî gihiştin, hêzên PKK ji navçeyên Şingalê vekişiyan.

Herwiha roja Îna derbasbûyî, PKK di daxuyaniyekê de ragihand, ku gerîleyên wan ji bo parastina xelkê navçeyê hatin Şingalê, piştî ku armancên xwe bicî kirin, niha ew hêzên xwe ji wê deverê dikişînin.

Kişandina gerîlayên PKK ji Şingalê hevdem e li gel gefên Tirkiyê ji bo encamdana oprasyoneke serbazî li dijî wan, lê Hikûmeta Iraqê ji bo rastî kêşeyên mezintir neyê, zû hat ser xetê heya ku rê li ber destwerdana Tirkiyê bigire.

N.O