Netewên Yekgirtî ligel çareseriya ciddî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî, di derbarê danûstandinên ciddî di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de amadebûna xwe anî ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Şanderê taybet ê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Jan Kûbis re civiya.
Di civînê de Kubîs di derbarê pêngavên erênî yên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de kêfxweşiya xwe anî ziman. Bi armanca çareserkirina pirsgirêkan, hêviya danûstandinên ciddî kir. Herweha amadebûn a Neteweyên Yekgirtî jî, di vê derbarê de nîşan da.
Di beramber de Serokwezîrê Hukimeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pesnê hewlên Kubîs di pêşvebirina pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de kir, ku bi hewlên wî beşek ji pirsgirêkan jî hatin çareserkirin û hêvî xwest danûstandinên ciddî werin encam dan.
Di beşekî din ê civînê de Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser encamdan a hilbijartinên pêş ên Herêma Kurdistanê di dema xwe de kir. Derbarê awareyan jî, amaje bi wê yekê kir ku, hinek ji awareyan vegeriyane cihên xwe, lê bi sedema nebûna xizmetguzarî û aramiyê, ji neçariyê careke din vegeriyane nava kampan. Bi pêwîst jî zanî, Hikûmera Îraqê bi hevkariya civaka navdewletî, helwestekê li ser vê mijarê bide û çareseriyekê bibîn e.
C.B