CHP: Fransa û Amerika emperyalist in, karên wan li herêmê nîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Fraksiyona Parlementerî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Engin Altay diyarkir ku, karê Fransa û Amerika li Rojhilata Navîn nîn e û ew emperyalist in.
Ligor Altay tu sedem nîn e ku Fransa û Amerika werin Rojhilata Navîn û ev yek aştiyê nayîne herêmê.
Altay herweha got, pirsa Kurd dive were çareserkirin û şerê dijî terorê jî domdar be.
Altay liser hebûna Rûsya, Îran an Tirkiye yan jî hêzên radikal-islamî yan jî hêzên taifî oldar di Suriye de tu gotin nekirin.
C.B