Kurdek xwe ji bo endamtiya Kongirêsa Amerîkî namzed dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Kurdekî Bakurê Kurdistan, ku rûniştvanê Amerîka ye, xwe ji bo endamtiya Kongirêsa wî welatî kandîd kiriye.
Yehya Yûksel, ku bi regez Kurd e û xelkê Bakurê Kurdistanê ye, li ser lîsta Partiya Demokrat a Amerîkî xwe ji bo nûneratiya Wîlayeta Erîzona di kongirêsa Amerîka de, kandîd kiriye.
Yehya li Amerîka jidayik bûye, lê dê û bavê wî ji Bakurê Kurdistanê ne û çendîn salan wî karê parêzeriyê kiriye û di sala 2004an beşdarî di kempîna bangeşeya John Kery de kir.
Yûksel di malpera xwe ya taybet de bangeşe kiriye, ku wî xwe ji bo endamtiya Kongirêsê kandîd kiriye û daxwaza piştevaniyê kiriye.
Biryar e di Mijdara vê sale de, hilbijartinên Kongirêsa Amerîka bên encamdan.
N.O